Dest ji Pirsûsê berda, lê dest ji çandê berneda

DÎLOK - Hecî Hesen Sirri yê ku li Pirsûsê pez xwedî dikir, piştî koçî navenda Dîlokê kir jî dîsa dest ji çanda sewalkariyê berneda. Sirri, ji bo çanda xwe biparêze di jêrzemînekê de bizinan xwedî dike.

Malbata Sirri di 2000’an de ji Pirsûsê koçî Dîlokê kirin. Li taxa Vatan a Şahînbeyê bi cih bûn. Taxa ku ji sedî 90 ji bajar û navçeyên din koç bûne, her çend ax û warê xwe terk kiribin jî çanda xwe terk nekirine. Koçberê kurd Hacî Hesen Sirri ê 60 salî jî ji Pirsûsê koçî Dîlokê kiriye. Sirri ku li Pirsûsê pez û dewar xwedî dikir û debara malbata xwe dikir, piştî koç kir jî dest ji vê çandê berneda. Piştî ku Sirri koçî Dîlokê kir, li Dîlokê karê qesabî û firinê destpêkir. Lê Hacî Hesen nekarî dest ji çanda lawir xwedîkirinê bike û hertim têkiliya wî bi xwezayê re berdewam kir.

BI NANÊ HIŞK, KA Û CEH XWEDÎ DIKE

Her çendî Sirri, ji xwezaya Pirsûsê dur bikeve jî li Dîlokê di nava bajar de di bodruma avahiya xwe de bizinan xwedî dike. Sirri wextê xwe bi bizinên xwe yên reş û kewr ên di sutuyê wan de moriyên şîn hene derbaz dike. Sibê radibe dadikeve bodruma avahiyê, carnan nanê hişk carnan jî ceh û kayê dide bizinên xwe.

‘XWEZAYA PİRSÛSÊ JI BO XWEDÎKIRINA PEZ BAŞ BÛ'

Hecî Hesen Sirri, anî ziman ku wan li Pirsûsê pez xwedî dikir û wiha got: “Li wir 20-30 carnan jî 50 pezên me çêdibûn. Me carnan di rojekî de hemû difrotin. Wir ji bo xwedîkirina lawiran pir xweş bû. Wir çiya, çol û şînahî bû." Her çendî Sirri, nexwaze ji çanda xwe dûr bikeve û sebra wî bê lawir neyê jî û keyfa wî li cihbe lê keyfa bizinan ne li cihe. Ji ber ku bizinên Hecî Hesen hertim di bodrumê de girêdayîne û tu car naçin çêrê, ji xwezayê dur ketine. Sirri, da zanîn ku ew tu car bizinan nabe çêrê, hertim di bodrumê de ne û wiha pêde çû: “Vir ne wek Pirsusê ye, ji bo lawir xwedîkirinê nebaşe. Li vir tiştek tuneye.”

ŞÎR Û MAST DIXWE Û PENÊR JÎ DIFROŞE

Hesen li vir bizinan xwedî dike û bi şîr, mast û penêrê wan debara xwe dike û xwe xwedî dike.