Abîdeya Roboskê hat rakirin, nav hatin parçekirin

AMED - Abîdeya ku ji bo bîranînakesên ku di qatlîama Roboskê de jiyana xwe ji dest dan beriya 4 salan li Amedê hate danîn ji aliyê polîsan ve hat rakirin û mermerê ku navê 34 sivîlan li ser hatiye nivîsandin jî hat parçekirin.

Abîdiya Roboskê ya ku ji bo bîranîna 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin li Parka Roboskê ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê hatibû danîn hat rakirin. Abîdeya ku ji aliyê peykersaz Suat Yakut ve hatibû çêkirin de 8 maketên fuzeyan, peykera jina ku destên xwe vekiriye dilorîne û navên 34 kesan hatibû nivîsandin.

Polîsên ku serê sibehê hatin parka ku abîde heye bi makîneyên kar ve peyker parçe kirin. Polîsan maketa fuzeyan û peykerê dayikê ji cih rakirin û mermerên ku navên 34 sivîlan hebû jî parçe kirin. Makîneyên kar ên ku anîn parkê jî zirar dan dar û kulîlkên li hundirê parkê bi vî rengî ketin hundir.

Têkîldarî mijarê rayedarên Şaredariya Peyasê ya qeyûm hat tayînkirin em lê geriyan diyar kirin ku der barê mijarê de agahiya wan tuneye.

Piştî ku qeyûm tayînê şaredariyên DBP'î hatibûn kirin berê jî li avahiyên şaredariyan tabelayên pirzimanê hatibûn rakirin, ala tirkan hatibû daliqandin. Dîsa li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî peykerên şêran jî duh hatibûn rakirin.

Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya ku roja borî hatibû weşandin ve Komeleya Roboskê hatibû girtin.