Rojane

Ji parêzeran bertek: Derxistina parastinê nayê qebûlkirin

Parêzeran bertek nîşanî avêtina Prz. Suat Eren a ji salona dadgehê dan û diyar kirin ku parastin ji salona dadgehê nayê avêtin û ev yek nayê qebûlkirin. Parêzeran anîn ziman ku ew dê der barê polîsêin Eren darp kirine de serlêdana sûc bikin.

Nûçeyê bixwîne

HDP'ê qedexeyên li herêmê xist rojeva Meclîsê

Parlamentera HDP’ê Leyle Bîrlîk qedexeya li gund, zozan û gundikan tên îlankirin bir rojeva Meclîsê.

Nûçeyê bixwîne

Berdevkê YPG'ê Xelîl: Êrîş aşkere piştgiriya DAÎŞ'ê ye

Berdevkê YPG'ê Rêdur Xelîl der barê êrîşa li dijî bargehên wan ên Rojava pêk tên, helwesta navdewletî ya li hemberî êrîşê nirxand. Xelil, anî ziman ku ger êrîş bidomin YPG dê axa xwe biparêze. Xelîl da zanîn ku armanca êrîşê aşkere piştgiriya Tirkiye ya DAÎŞ'ê ye.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Tahîr Elçî edalet xwestin

Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr anî û ji bo Elçî Edalet xwestin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, anî ziman ku sazên hatine dayîn hêj nehatine girtin.

Nûçeyê bixwîne

Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Kesên di qetlîama 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan li Hevraza Kazanci hatin bibîranîn. Yek ji şahidên qetlîamê Berdevkê 78’an Celaletîn Can diyar kir ku ger wê rojê panzer ne anîbana vê derê û polîsan astnegî ne derxistibana wan dikarî hevalên xwe rizgar bikin.

Nûçeyê bixwîne

Necîrvan Barzanî dê bi Erdogan re hevdîtin bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo beşdarî Lûtkeya Atlantikê bibe li Stenbolê ye û wê piştî lûtkeyê hin hevdîtinên fermî pêk bîne. Barzanî dê bi Erdogan re hedîtin bike.

Nûçeyê bixwîne

Cerdevanekî întîhar kir

Li navçeya Misircê ya Sêrtê cerdevan Seyithan Kurhan întîhar kir.

Nûçeyê bixwîne

DÎB: 12 Hezar kes ji ber xebatên 'Na' hatin binçavkirin

Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî encama referandumê daxuyanî da diyar kir ku ji ber xebatên "Na" 12 hezar kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Parvekirina banga HDP’ê wekî sûc hat nîşandan

Îdîanameya 45 endam û rêveberên HDP'ê ku 29 jê girtî tên darizandin hat amadekirin. Dozger di îdîanameyê de bangên Navenda Giştî ya HDP’ê yên li dijî operasyonan sûc nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

Xwestin Kêla gora Îsmet Baycan ê aştiyê dixwaze rakin

Gotin “fermana polîsan heye” û xwestin kêla li ser gora endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Îsmet Baycan a li ser aştî hatiye nivîsandin bê rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 1 / 480