Jin

Jinên rojnameger xwestin Gokkan serbest bê berdan

Însiyatîfa Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, bal kişand ser girtina 15 siyasetmedarên kurd û bi taybetî aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan û aşkera kir ku Gokkan demekî di qada çapemeniyê de xebitiye, girtina Gokkan wekî bêdeng kirina jinê pênasekirin û xwest serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

'Edaletê' xêz dike: Herî zêde pêdiviya jinan pê heye

Wênesaz Hacer Salman ku beşdarî "Çalakiya Hizirînê" ya ku li Mêrsînê ji bo Meşa Edaletê hat destpêkirin bû, lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bi wêneyên ku çêdike tîne ziman. Salman, diyar kir ku herî zêde pêdiviya jinan bi edaletê heye.

Nûçeyê bixwîne

Rabîa Yel li Pamukkalê kuştî hat dîtin

Li Pamukkaleyê jina 35 salî Rabîa Yel li Çiyayê Çamlikê kuştî hat ditin.

Nûçeyê bixwîne

Qada pazara jinan ji destê wan digirin

Li Bêrecûka Rihayê Qada bazarê ya ji bo jinan hatibû avakirin, veguherandin qada depo û otoparkê.

Nûçeyê bixwîne

Jinan pêkanîna Vagonan rexne kir: Jin tên tecrîdkirin

Jinên bûrsayî, bertek nîşanî projeya "Vagonên Berê Dora Jinan e" a Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê dan û wiha gotin: "Ev polîtîkaya dijminantiya jinê ye. Dixwazin jinan ji civakê tecrîd bikin. Tecrîd, tacîz û tundiya li dijî jinê rewa dikin. Em li van vagonan siwar nayên."

Nûçeyê bixwîne

8 meh in li kolanan xebat dikin

Rêveber û aktivîstên VAKAD'ê ku bi KHK'ê hat girtin, li kuçe, mal û ofîsan bi jinan re tên cem hev û serlêdanên wan werdigirin.

Nûçeyê bixwîne

Êrîşkar Kizilateş serbest hat berdan

Êrîşkar Ercan Kizilateş ê di mînîbusê de êrîşî jina etekê kin li xwe kirîbû kir û hat binçavkirin serbest hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Platforma Jinan a Mêrsînê: Ji bo jinan malên stargehiyî vekin

Platforma Jinan a Mêrsînê, bang li hemû şaredariyên Mêrsînê kir ku Malên Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyên Jinan vekin.

Nûçeyê bixwîne

Taşdemîr: Em di 4'ê Tîrmehêde Yuksekdag tenê nehêlin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî xistina wekîltiya Figen Yuksekdag, li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Dîlan Taşdemîr bang li her kesî kir û xwest di 4'ê Tîrmehê de li pêş Edliya Enqereyê beşdarû rûniştina dozê bibin û Yuksektag bi tenê nehêlin.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê cezayê mêrê kujer daxist

1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, der barê Mehmet Çelîk ê hevsera xwe Hatice Çelik, bi sedema "Tahrîk" û "Halê baş" cezayê jê dihat xwestin daxistin û 15 sal cezayê girtîgehê birî.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 1 / 41