Cîhan

Serokê Komîsyona Karên Derve yê PE'yê: Guhertin dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe

Serokê Komîsyona Karên Derve yê PE'yê Elmar Brok diyar kir ku guhertina Qanûna Bingehîn dê Tirkiyeyê ji Ewropayê dur bixe.

Nûçeyê bixwîne

Serokomarê Almayayê: Erdogan her tiştî dixî talûkeyê!

Serokomarê Almayayê yê nû Frank Walter Steinmeier, di axaftina xwe ya destpêkê de bang li Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û wiha got: “Tu her tiştî dixî talûkeyê.”

Nûçeyê bixwîne

Lavrov: Bêyî kurdan Cenevre ne pêkan e

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku ji bo kurd tevlî hevdîtinên Cenevreyê bibin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêktînin û wiha got: “Ne pêkane ku ev mijar bê paşdexistin, wekî ku ne pêkane bêjin kurd nikarin tevlî pêjaboya Cenevreyê bibin.”

Nûçeyê bixwîne

Almanya firotina çekan a Tirkiyeyê red kir: Dibe ku çek li dijî gel bikarbînin

Hikûmeta Almayayê, firotina çekan a Tirkiyeyê red kir. Almanyayê hinceta 'dibe ku çekan li dijî gel bikarbînin' nîşan da û got ku beriya niha jî li Tirkiyeyê gelek sivîl bi çekên û tangên Almanyayê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Mîmarê 'Îna Bixêr' jiyana xwe ji dest da

Mîmarê aştiya Îrlandayê fermandarê berê ya ÎRA'yê Martin McGuinness ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Nasrullah: Tirkiye li Sûriyeyê têk çû

Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrullah der barê Tirkiye, Fransa, Îngilistan û komên çekdar ên ku wekî dijminê Sûriyeyê pênase dike de got ku têk çûne û bêhêvî ne.

Nûçeyê bixwîne

Li dijî Balafirgeha Orlyê êrîş

Li Balafirgeha Orly a Parîsê ya Fransayê êrîş çêbû. Balafirgeh hate valakirin.

Nûçeyê bixwîne

Wezîrê Alman: Tirkiye soza xwe negirt

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabriel, diyar kir ku Hikûmeta Tirk di mijara rojnameger Deniz Yucel de soza xwe bi cih ne anî û wiha got: "Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hêj darizandina Yucel dest pê nekiriye çawa îdia dike ku terorîste?"

Nûçeyê bixwîne

DYA Tirkiye hişyar kir: Rêzê nîşanî mafên mirovan bidin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê Mark Toner di civînek çapemeniyê de Tirkiye hişyar kir û xwest rêz û hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin.

Nûçeyê bixwîne

DYA: Di operasyona Reqqayê de teqez QSD heye

Berdevkê koalîsyona hêza dijberî DAIŞ'ê yê amerîkî mîralay John Dorrian, têkildarî operasyona rizgarkirina Reqqayê agahî da û diyar kir ku teqez QSD di operasyonê de cih digire û niha rola Tirkiyeyê dinirxînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 1 / 13